Şaredariya bajarekî Tirkiyê konsera Aynur Dogan betal kir

.

Konsera hunermenda Kurd a navdar Aynur Dogan li bajarekî Tirkiyê bi hinceta ku "ne guncaw e", hat betalkirin.

Şaredariya Derînceyê li parêzgeha Kocaeliyê ku dikeve bakurê rojavayê Tirkiyê ragihand, konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan ku hatibû plankirin di 20ê Gulanê de (5 rojên din) li navçeya Derînceyê bihê lidarxistin, hatiye betalkirin.

Şaredariyê diyar kir ku konser bi hinceta "ne guncaw e" hatiye betalkirin.

Di daxuyaniya Şaredariya Derînceyê de hatiye gotin: “Di encama lêkolîna berfireh de hat diyarkirin ku organîzekirina konserê ya ku ji aliyê şîrketeke taybet ve di nava sînorên navçeya me de tê lidarxistin, ne guncaw e û ji aliyê şaredariya me ve çalakî hat betalkirin.”

Aynur Dogan pêştir li ser hesabê xwe Twitterê ragihandibû ku konser dê di çarçoveya gera wê ya Tirkiyeyê de bê lidarxistin.

Li gor bernameya ku Aynur Dogan belav kiriye, konserên wê yên li Tirkiyê dê ji roja 18ê Gulanê ve bihatibana destpêkirin û heta 31ê Gulanê berdewam bin. Ji bilî konsera yekem a li Kocaeliyê, konserên din dê li gor planê bên lidarxistin.

Di planê de hatiye diyarkirin ku roja 22ê Gulanê li Enqerê, 24ê mehê li Antalya, 28ê mehê li Stenbolê, 30 mehê li Edenê û 31ê mehê li Bursayê konserên Ayndur Dogan birêve diçin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle