Şaredariya Akdenîzê hat dorpêçkirin, hevserok hatin desteserkirin

.

Hevserokên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kiriye gotiye, “Qeyûm hatiye tayînkirin.”

Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di biserdegirtinên malan de hatin desteserkirin.

Sedema desteserkirina hevserokên şaredariyê û endamên meclisê nehat zanîn.

Polîsan, avahiya şaredaryê bi bariyeran dorpêç kiriye.

Polîsan rê neda ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan bikeve avahiya şaredariyê.

“Qeyûm xesp e, diziya îradeyê ye”

Alî Bozan diyar kir ku polîs di hundirê şaredariyê de lêgerînê dikin û got:

“Polîsan nehiştin em bikevin avahiya Şaredariya Akdenîzê û wan got ku qeyûm biryara qedexeyê daye.

Polîsan ji me re got, ‘Qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin û dê li ser malpera walîtiya Mêrsînê bê parvekirin.’

Qeyûm xesp e, diziya îradeyê ye, em biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin.”

Divê were gotin ku Şaredariya Akdenîzê di destê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê de (DEM Partî) ye.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye