Şaredarê Samandagê: Êdî pirsgirêka cihê manê çareser bikin

.

erokê şaredariya navçeya Samandag a ser bi parêzgeha Hatay a Tirkiyê Refik Eryilmaz bo xelkê vê navçeyê yê mexdûrên erdhejan daxwaza çadiran kir û got, heta niha dewletê ji wan re çadir neşandine.

Yek ji pirsgirêka sereke ya mexdûrên erdheja Mereşê cihê mayînê û nebûna çadiran e. Di erdheja 6ê sibatê ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir û her wiha di erdheja 20ê sibatê de ku bandorek zêde li parêzgeha Hatayê kir, yek ji navçeyên herî zêde zerer dîtî Samandag e.

Serokê Şaredariya Samandagê Refik Eryilmaz îro Duşemê 27ê Sibata 2023yan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û û têde diyar kir ku  hêj piraniya xelkê wê navçeyê li derve dijîn û çadir negihiştine wan.

Refik Eryilmaz dibêje: “Me serdana taxên xwe yê Kuşalani, Gozene, Eriklikuyu, Koyunoglu, Uzunbag û Yogunoluk kir. Di erdheja duyem de gelek malên ku zerer dîtîn hene. Li hemû taxên me rewş bi heman şêweyî ye. Welatiyên me hewar dikin ku çadiran dixwazin. Divê pirsgirêka me ya cihê mayînê di zûtirîn demê de were çareserkirin. Ez ji vir careke din dibêjim. Êdî pirsgirêka cihê mayînê li Samandag çareser bikin.”

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin