Şaredarê Beşîktaşê hat desteserkirin

.

 Şaredarê navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê Riza Akpolat hat desteserkirin.

Di operasyona bertîlê de ji bo şaredarê navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê Riza Akpolat biryara desteserkirinê hatibû derxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya ku "rêxistina sûcan a ya bi serokatiya Azîz Îhsan Aktaş li şaredariyan bi bertîlê îhale organîze kirine" lêpirsîn da destpêkirin.

Di encama lêpirsînê de serokê şaredariyan û birêvebirên payebilind ên şaredariyan jî din nav de ji bo 47 kesan biryara desteserkirinê hat derxistin.

Di nava kesên ku ji bo wan biryara desteserkirinê hatiye derxistin Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat û Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn jî hene.

Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, operasyona îro sibehê saet 05:00an bi awayekî hevdem dest pê kiriye.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara girtin, desteserkirin, destdanîna serê û lêgerînê hatiye dayîn û kar û bar berdewam dikin.

Ji 47 kesên derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn ligel her du şaredaran 10 karmendên Şaredariya Beşiktaşê û 11 karmendên Şaredariya Esenyurtê ne û 24 kes jî endamên "rêxistina tawanan a Aziz Îhsan Aktaş" in.

Serokê CHPyê yê Stenbolê: Em li pişt şaredarên xwe ne

Serokê şaxa CHPyê yê Stenbolê Ozgur Çelîk li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku dixwazin bi van kiryaran CHPyê qels bikin, lê vala ye.

Ozgur Çelik got: “Em dîsa bi operasyoneke din a berbangê, bi komployeke re rûbirû ne! Hewldana qelskirina partiya yekemîn a Tirkiyeyê bi rêya êrişên rûmetê vala ye. Em li pişt şaredarên xwe ne.

Em dizanin ku armanca van kiryaran ne ji bo serokên me, ji bo dîl girtina siyaset û Tirkiyê ye.

Hûn nikarin hejarî, bêçareyî û qêrîna xelkê ku li vî welatî belav bûye bi vî awayî veşêrin!”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc