Şaredara Bazîdê bursê dide xwendekarên dersa Kurdî

.

- Şaredara Navçeya Bazîdê ya ser bi Agirî ve Yildiz Acar piştevaniya xwe ji bo kampanya dersa bijarte ya Kurdî nîşan da û ragihand ku ew dê weke şaredarî bursê bidin xwendekarên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.

Seferberiya ji bo tercîhkirina dersên Kurdî yên di çarçoveya dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam dike, piştgiriya alî û saziyên Kurdî bo dersa Kurdî û handana (teşwîqkirina) xwendekaran bo hilbijartina dersa Kurdî her ku diçe zêdetir dibe.

Şaredara Navçeya Bazîdê Yildiz Acar jî beşdarî kampanya hilbijartina dersa zimanê Kurdî bû û ji Rûdawê ragihand ku ew dê weke şaredarî bursê bidin xwendekarên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.

Yildiz Acar amaje bi wê yekê kir ku mebesta wan ji dana bûrsan ew e ku piştevaniya zimanê Kurdî bikin û ew dixwazin mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin.

Acar banga malbatên xwendekarên Kurd dike û dibêje: “Zimanê me hebûna me ye. Bi hilbijartina dersa Ziman û Wêjaya Kurdî ya ku di sala perwerdehiya 2022-20223an de ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê ve di mufredata dibistanên navendî  de cih girtiye, em dikarin pêşî li windabûna zimanê xwe yê dayîkê bigirin û jiyana zimanê xwe berdewam bikin. Divê em bi hemû îmkanên xwe ve seferber bibin, da ku zarokên me dersa kurdî hilbejêrin. Em jî wek Şarederîya Bazîdê piştgirîyê didin kampanya dersa bijarte ya Kurdî û ji malbatên me tevan daxwaz dikin ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.”

Acar got: “Hêvîdar im zarokên me dersa Kurdî hilbijêr in em jî wek şaredarîya Bazîdê pişgirîya wan wek burs dayîne bikin.  Zimane me nasnama me ye.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin. Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heta 7ê Sibata 2022ê, serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin