Şanoya “Bûka Lekî” wê ji nû ve bê nîşandan

.

Ekîba nû ya lîstikê wê lîstikê cara pêşiyê 2yê Nîsanê li Batman Yenisahneyê pêşkêş bikin. Lîstik paşê wê li Amed û Wan bê nîşandan.

Lîstika bi navê “Bûka Lekî” wê ji nû ve û bi ekîbeke nû were lîstin. Şermola Performans ev lîstik di sala 2011ê de amade kiribû û li gelek cihan nîşan dabû.

Niha jî lîstik bi rejî, sêwirandin û ekîbeke nû wê bê lîstin.

Ekîba Şermola Performanê ya li Êlihê wê lîstikê cara pêşiyê 2yê Nîsanê li Batman Yenisahneyê nîşan bide.

Lîstika “Bûka Lekî” ji bir çîroka Sadiq Hîdayetî ya bi navê “Bebika li pişt perdê” hatiye amadekirin.

Mîrza Metîn senaryoya wê nivîsiye û her weha derhêner e jî. Pelda Bal, Ronî Dildar û Leyla Devecî di lîstikê de dilîzin.

Şermola Performansê bi van gotinan behsa naveroka lîstikê kiriye:

“Zilamekî ku piştî trawmaya leşkerîyê ji jiyana xwe ya rastî dûr diçe û dikeve rêxa mêranîyê û

dibe robot… Jineke ku ji ber evîna zilamî ji jîyana xwe ya rastî dûr dikeve û her ku diçe dibe kesayeteke plastîk… Jineke lal ku bîna rêxa mêranîyê hildide lê nikare mudaxale bike... Û bûkeke bêcan, bêruh û lek, ango mankeneke plastîk ku her tişt di derdora wê de diqewimin…Sê rebenên absurd weke ku di lêva kendalekî de bimeşin di derdora bûka lekî de diçin û tên.”

“Bûka Lekî” her weha wê di 13 û 27ê Nîsanê dîsa li Batman Yenisahneyê, 7ê Nîsanê li sahneya Şanoya Bajêr a Amedê û 17 û 18ê Nîsanê jî wê li sahneya Şanoya Mencel a Wanê bê nîşandan.  

Kunye:

Nivîskar û derhêner: Mîrza Metîn

Lîstikvan: Pelda Bal, Ronî Dildar, Leyla Devecî

Muzîk: Dodan

Lihevanîna liv û tevgeran: Arjen Brûsk

Sêwirînerê dekor, kostum û ronahîyê: Mîrza Metîn

Asîstan: Kenan Demîr, Robîn Özel, Zelal Anğay

Fotograf, fragman: Veysel Seçen

Sêwirînerê afîşê: Ronî Dildar

Operatorê teknîkê: Kenan Demir

75 dq. 1 perde

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle