Şandina alîkariyên mirovî ya xelkê Kurdistanê bo berketiyên erdheja Xoyê berdewam e

.

Di berdewamiya komkirina alîkariyan bo xelkê berketiyên erdheja bajarê Xoyê, di hewleke mirovdostane de xelkê xwelatparêzê bajarê “Selasa Bawecanî”, alîkariyên xwe gihandin bajarê Xoyê.

Piştî banghêjiya çalakvanê medenî yê Kurdirstanê bo komkirina alîkariyên mirovî bo xelkê berketiyên erdheja Xoyê, xelkê welatparêz û mirovdost yê bajarê “Selasa Bawecanî” roja Yekşemî 23ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, alîkariyên xwe gihandin xelkê berketiyên erdhejê li bajarê Xoyê.

Hêjayê gotinê ye ku, piştî derbasbûna çendîn rojan li ser trajîdiya sirûştî ya erdheja Xoyê, niha jî xelkê wî bajarî di sir û sermayeke dijwar de û bi bê hebûna gelek ji hewcehiyan di xêwetan de dijîn û berpirsên gendel ên Îranê bi cihê gihandina alîkariyan, ew ji xizmetkariyan bêpar kirine û heta bêrêziyê jî ji wan dikin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle