Şandeyeke Fransayê li Rojavayê Kurdistanê ye

.

 Şandeyeke fermî ta Fransayê li Qamişlo bi berpirsên Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser civiya û silavên Macron gihand Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Şandeyeke Fransayê ya bi serokatiya wezîrê berê yê perwerdeyê yê Fransayê Michel Blanquet li  Rojvayê Kurdistanê ye.

Herwiha di nav şandeyê de nivîskar û lêkolîner Patrice Franceschi û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa jî cih digirin.

Macron erkdar kiriye

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew şand ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye erkdarkirin.

Li gorî daxuyniyê şandeyê ew serdan bi mebesta gihandina peymana piştgiriyê ya serokomarê Fransayê ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser pêk aniye.

Şandeya navborî ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Semer El Ebdullah û cîgirên hevserokatiya daîreyê Fener El Giêt û Robel Beho ve hat pêşwazîkirin.

Êrişên Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin

Di hevdîtinê de mijarên wekî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê  û xebatên rêxistinên navneteweyî yên li kampên penaberan hatin gotûbêjkirin.

Michel Blanquet diyar kir ku ew dixwazin havkariya di navbera Fransa Rêveberiya Xweser de de berdewam bike.

Blanquet herwiha tekez kir ku êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê ve nayên qebûlkirin.

Kurdistan Haberleri

Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin