Şandeyek Bîratanî serdana Rojavayê Kurdistanê kir

.

Şandeyek Bîratanî ya bi serokatiya Cîgirê Balyozê Brîtanya yê li Hewlêrê Jimmy Hamill pêk dihat, serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Şanda Brîtanî ji aliyê Buroya Têkiliyên Karên Derve hat pêşwazîkirin û civînek hat lidarxistin.

Li gor zanyariyan, di civînê de her du aliyan qala rewşa Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Îlya da zanîn, em bi şandeyan re dosya DAIŞê nîqaş dikin da ku bi temamî çareser bikin .

Herwiha Ebîr Îlya eşkere kir, Rêveberiya Xweser gelek caran bang li civaka navdewletî kiribû ku dadgehekê ji çekdarên DAIŞê re ava bike û wan darizîne..

Li aliyekî din Jimmy Hamill destnîşan kir, divê aloziya Sûriyê were çareserkirini

Buroya Têkiliyên Karên Derve di civînê de 2 zarokên DAIŞê radestî şandeyê kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle