Şandeya DEM Partiyê dê biçe cem Selahattîn Demîrtaş

.

Şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro dê biçe serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê da zanîn ku bi armanca dîtina Selahattîn Demîrtaş dê biçr Girtîgeha Edîrneyê.

Roja yekşemê jî şande dê biçe Girtîgeha Kandirayê ya li parêzgeha Kocaeliyê û bi Fîgen Yuksekdagê re bicive.

Serdana DEM Partiyê beşek e ji hevdîtin û civînên partiyê bi siyasetmedar û serok û berpirsên fraksiyonên Parlamentoya Tirkiyeyê re.

Piştî ku roja 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an şandeya DEM Partiyê li Girava Îmraliyê bi Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re civiya serdanan dest pê kir.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji sala 2016an ve di zîndanê de ne.

Ew û 108 endam û berpirsên HDPyê di dosyaya Bûyerên Kobaniyê de hatin darizandin.

Şande DEM Partiyê piştî dîtina Demîrtaş û Yuksekdagê dê careke din biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide