Şandeke Tevgera Sedr dê serdana Hewlêrê bike

.

Şandeke bilind ya Tevgera Sedr dê îro Şemiyê li Hewlêrê bi Serok Barzanî re bicive.

Li gorî agahiyên Rûdawê, biryar e her du alî li ser pirsgirêkên Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû û xwepêşandan û hevpeymaniya navbera wan de gotûbêjan bikin.

Şanda Tevgera Sedr dê tevlî merasîma pêşwaziya vegerandina rufatên Enfala Barzaniyan jî bibe.

Her wiha endamê Desteya Giştî ya Tevgera Hîkme Dr. Ehmed Îsawî jî ragihaniye, heta roja Duşemê, wê şanda Çarçoveya Hevahengiyê serdana PDK û YNKê bike û li ser pêkanîna hikûmetê gotûbêjan bikin.

Ehmed Îsawî diyar kir ku aliyên Çarçoveya Hevahengiyê teqezî li ser wê yekê dikin ku divê PDK û YNK berbijêrekî hevpar ê wan hebe ji posta serokkomariyê re û nabe bi du berbijêran biçin nava parlamantoyê.

Îsawî dibêje, di civîna dawî de, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi zorê razî bûye Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê serokwezîriya Iraqê wek berbijêr were destnîşankirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle