Şandeke Revenda Kurdî bi Wezîra Derve ya Norwecê re civiya

.

Şandeke Revenda Kurdî bi Wezîra Derve ya Norwecê re civiya û ji wî welatî bo Rojavayê Kurdistanê daxwaza piştevaniyê kir. Di civînê de parlemanterên Kurd ên Norwêcê jî amade bûn.

Şandeke Revenda Kurdî li Osloyê bi Wezîra Derve ya Norwecê Anniken Huitfeldt re civiya.

Di wê civînê de daxwaza piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Penaberekî Rojavayê Kurdistanê ku di civînê de amade bûye ji Rûdawê re got, ji bilî Wezîra Derve ya Norwecê herdu parlamenterên Kurd yên wî welatî Manî Hisênî û Huda Xan amade bûn.

Sekreterê Revenda Kurdî li Norwecê Azad Ehmed bi navê şanda Revenda Kurdî axivî û ji Wezîra Derve yê Norwecê xwest ku alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike, piştevaniya Herêma Kurdistanê, alîkariya Pêşmerge bike.

Herwiha wê şanda revenda Kurdî ji Norwecê xwest konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Rudaw

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’