Şandeke ji Komara Kongoyê, li ser mijara elektrîkê hat Herêma Kurdistanê

.

Şandeke ji Komara Kongoyê hat Herêma Kurdistanê û li Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê, ligel rayedaran civiya. Hat ragihandin ku şande dixwaze ji ezmûna pîvera zîrek a elektrîka Herêma Kurdistanê sûdê werbigire.

Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ragihand ku îro şandeke ji Komara Kongoyê, ligel rayedarên wezaretê civiyane û ji bo sûdwergirtina ji sîstema pîvera zîrek a elektrîka Herêma Kurdistanê, gugtûgo hatine kirin. Hat ragihandin ku projeya pîvera zîrek, bi rêjeya % 87 li Herêma Kurdistanê hatiye cibicîkirin û heta niha 1 milyon û 250 hezar pîverên zîrek hatine danîn. Kemal Mihemed destnîşan kir ku plana wan ew e, 1 milyon û 400 hezar pîverên zîrek deynin.

Hat ragihandin ku heta niha beşeke mezin a projeyê hatiye cibicîkirin û cihê xweşhaliya wan e ku welatekî wekî Kongoyê ku xwedî 105 milyon rûniştvan e, dixwaze ji ezmûna Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê sûd werbigire.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle