Şandeke HDPê serdana Şingalê kir

.

 Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Şingalê kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, şanda HDPê ji Cîgira Hevserok ji bo Karûbarên Derve û Parlamentera Êlihê Feleknas Uca, parlamenterê Îzmîrê Murat Çepnî, parlamenterê Stenbolê Huda Kaya û parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş pêk dihat.

Hevdîtinên şanda HDPê

Şanda HDPê ji aliyê Encûmena Jinan a Êzidî ya Şingalê ve hat pêşwazîkirin û serdana sazî û dezgehên li Şingalê kir.

Li gor daxuyaniyê, şanda HDPê piştî serdanê dê çavdêrî û nêrînên xwe yên derbarê Şingalê de bi kongreyeke rojnamevanî aşkere bike.

Ev di demekê de ye ku vê heyama dawîn, Tirkiyê bi rêya firokeyên birokevan êrişên xwe yên li ser Şingalê zêde kirine.

Êrişên Tirkiyê

Tirkiyê herî dawî jî roja 01.02.2022, jibilî Kampa Mexmûrê, derdora wê û navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, Şingal jî bi dijwarî bombebaran kiribû.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê jî êrişên Tirkiyê yên li ser Şingal, Mexmûr û Dêrikê şermezar kiribûn û bang kiribû ku Tirkiye demildest dawî li êrişên xwe bîne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin