Şandeke Fransî li Rojavayê Kurdistanê: Dostên we li Fransa hene

.

Şandeke Fransî bi serokatiya Wezîrê Derve yê berê yê wî welatî seredana Rojavayê Kurdistanê kir, û ragihand, Dostê Kurdan li Fransa hene û piştevaniya wan dikin.

Li gorî daxuyaniya Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şanda Fransî bi serokatiya Wezîrê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner, nivîskarê pispor di karûbarên Kurdî de Patrice Francesky, nivîskara fransî Roxana Damasionovy û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransa Xalid Îsa, bi mebesta beşdarkirina kombexebat navnetewyî ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Komxebata, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, di 19ê Tîrmeha 2022an de bi dirûşma "19ê Tîrmehê destkeftî, astengî û aso" tê sazkirin.

Şanda Fransî ya navborî duh li Qamişlo seredana goristana şehîdan kir.

Şanda Fransî ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Daîreya Peywendiyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm û malbatên şehîdan ve hat pêşwazîkirin.

Di civîna rojnamevanî de şanda Fransî piştgiriya xwe bi gelê Rojavayê Kurdistanê re nîşan da û daxwaz ji dewletên garantor kir rê li ber êrişên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê bigirin.

Wezîrê Derve yê berê yê Fransa Bernard Kouchner jî piştevaniya ji hejmareke malbatên şehîdan re got, dostên we li Fransa hene.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive