Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê ligel Sergey Lavrov civiya

.

Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê li Moskowa paytexta Rûsyayê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya û li ser pêşhatên li Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin.

Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê li Moskowa paytexta Rûsyayê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya û li ser pêşhatên li Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin.

Roja 8ê Kanûna 2022yan, şandeke Bereya Aştî û Azadiyê, ku bi serokatiya Ehmed Cerba û bi amadebûna Kamîran Haco û Kibraîl Mûşî Kurye, li Moskowê ligel Sergey Lavrov civiyan.

Bereya Aştî û Azadiyê ragihand, di civînê de herdu aliyan civînên girîng û serkeftî encam dan û li ser pêşhatên li Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin û bal kişandin ser girîngiya dîtina çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê li gor biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya hejmara 2254an.

Hat diyarkirin, aliyê Rûsî tekezî li ser piştevaniya xwe ya dewleta Sûriyê û yekbûn û silametiya xaka wê kiriye, herwiha girîngiya hemû hewldanên navdewletî yên ji bo alîkariya başkirina rewşa mirovî dubare kiriye.

Di heman rojê de, şanda Bereya Aştî û Azadiyê ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Efrîqayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov civiya û pêşhat û geşedanên herî dawî yên Sûriyê gotûbêj kirin.

Kurdistan Haberleri

DIAKURD: Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be!
Nêçîrvan Barzanî: Divê rê neyê dayîn ku Şingal bibe qada milîs û komên çekdar
Şaxewan Ebdullah: Hikûmet êrîşkarên li dijî Herêma Kurdistanê nas dike
Tanrıkulu: Rêxistina perwerda Kurdî ne şaredariya CHPê, qeymeqamî girtiye
Bafil Talebanî: Enfalkirina Barzaniyan li ser laşê welêt birînek e