Şandeke Amerîkayê bi berpirsên ENKSê re civiya

.

 Şandeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya.

Li gor zanyariyan, Şandeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi Serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Ethan Goldrich, bi berpirsên ENKSê re civiya.

Hat ragihandin ku di civînê de ji aliyê ENKSê ve Îbrahîm Biro û Ebdulhekîm Beşar amade bûne.

Herwiha Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bi daxuyaniyeke kurt li ser hesabê xwe yê fermî yê facebookê amaje bi civîna şanda Amerkayê ya bi ENKSê re kiriye û diyar kiriye: “Goldrich bi nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurdî re civiya û li ser geşedanên li Bakurê Sûriyê, lihevkirina nav Kurdan, rewşa penaber û awareyan û metirsiya DAIŞê ya berdewam gotûbêj kirin.”

Hat zanîn, wê şanda Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê herwiha serdana Rojavayê Kurdistanê jî kir û li Qamişlo bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed re civiya.

Hat eşkerekirin ku di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat gotûbêjkirin. Li gorî zanyariyan her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya ewlehî, aramî û rêkeftina agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine.

Serokê şandê Ethan Goldrich ji Fermandarê HSDê re da zanîn, ew bi dewletên pêwendîdar re di têkiliyê de ne, ji bo welatiyên xwe ji her du kampên Hol û Roj vegerînin ku bi hezaran girtî ji çekdarên DAIŞê li wan deran hene.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt