Şandeke Amerîka li Qamişlo bi Rêveberiya Xweser re civiya

.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan Goldrich serdana Rojavayê Kurdistanê kir, piştevaniya aramiya navçeyê, rewşa kampan û proseya vegerandina biyaniyan ji kampan û şerê terorê bi berpirsên Rêveberiya Xweser re gotûbêj kir.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan Goldrich ligel şandeke serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên Rêveberiya Xweser civiya.

Berpirsê Amerîkî ligel hevserokê Desteya Peywendiyên Derve Bedran Çiya Kurd û çend berpirsên din yê rêveberiyê re hevdîtin pêk anî.

Bedran Çiya Kurd ji berpirsê Amerîkî xwestiye ku civaka Navdewletî di şerê li dijî terorê de di warê alîkariyên mirovî û siyasî û aborî de piştevaniya wan bike û planên dem dirêj ji bo kampa Hol û kampên din û malbatên DAIŞê amade bike.

Alîkarê Cêgirê Wezîrê Derve yê Amerîka jî got, wê hevkariya wan bi Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD), Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser re ji bo jinavbirina DAIŞê berdewam bibe.

Ethan Goldrich got, ew aramiya navçeyê gotûbêj dikin û giring e ku aramî û asayişa navçeyê bê parastin û Amerîka piştevaniya vê yekê dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle