Şandek ji Tirkiyê li ser mijara F-16an li Amerîkayê ye

.

- Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku şandeke wan  ji bo gotûbêjên li ser mijara firokeyên  F-16  li Amerîkayê ye.

Duh 15ê Mijdara 2021an  di parlamentoya Tirkiyê de li ser pêşniyarnameya bûdceya sala 2022an gotûbêj hatin kirin û ew pêşniyara budceyê ji aliyê Komîsyona Budce û Plandanînê ya parlamentoyê ve hat qebûlkirin.

Di axaftina xwe ya di komîsyonê de Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku şandeke ser bi Wezareta Berevaniyê ve ji bo gotûbêjên li ser mijara firokeyên şer ên F-16 li Amerîkayê ye.

Tirkiyê ji bo kirîna firokeyên F-35 4.5 milyar dolar dabûn Amerîkayê, lê Amerîkayê ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê, Tirkiye ji bernameya F-35an derxistibû.

Tirkiye jî dixwaze li şûna firokeyên F-35 bi bihayê pereyê ku razandiye firokeyên F-16 ji Amerîkayê bikire. Tevî vê daxwaza Tirkiyê hinek alî li Amerîkayê naxwazin welatê wan wî corê firokeyan jî bifiroşe Tirkiyê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin