Şanda Rojavayê Kurdistanê bi senator û parlamenterên Swîsreyê re civiya

.

Hate ragihandin ku şandeke Rojavayê Kurdistanê serdana Swîsreyê kir û bi parlamenterên Swîsreyê re hevdîtin pêk anî.

Şanda ku ji Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Umer û Hevseroka Ofîsa Rêveberiya Xweser a Swîsreyê Mîdiya Hesen pêk dihat li Bern a paytexta Swîsreyê, bi hejmarek parlamenter û senatorên Partiya Sosyalîst û Partiya Kesk ên Swîsreyê re hevdîtin pêk anîn.

Ebdulkerîm Umer di hevdîtinê de got ku hemû pêkhate beşdarî birêveberina Rêveberiya Xweser dibin û ji sedî 50yê wan jin in ku Rêveberiya Xweser dixwaze Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bike.

Umer ji parlamenterên Swîsreyê re daye zanîn, ew îdiayên ku dibêjin “Rêveberiya Xweser projeyeke cudaxwaziyê ye” ne rast in û bal kişandiye ser ku Tirkiye bi êrîşan dixwaze ezmûna Rêveberiya Xweser ji holê rake.

Hate diyarkirin ku parlamenter û senatorên Swîsreyê piştgiriya xwe bo Rêveberiya Rojava anîne ziman û li dijî êrîşên Tirkiyeyê helwest nîşan dane.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle