ŞANDA PAKê BEŞDARÊ KONGREYA KOMELA ŞÊX SAÎD YA ASAYÎ YA 4. BÛ

.

Şandeya PAKê ku ji cîgirê serokê giştî yê PAKê Vahît Aba, endamên meclîsa PAKê Talip Sana û Faîz Eşîn pêkhatibû, roja Yekşema 26.12.2021ê beşdarê Kongreya 4emîn ya asayî ya Komela Şêx Saîd bûn.
 
Kongreya ku bi yek lîsteyekî pêkhat, serokê Komela Şêx Saîd ya berê Kasim Firat, jinûve wek serokê komelê hate helbijartinê.

Şanda PAKê, ji bo serok û endamên nû ya ku ji bo dema pêşîya hatine helbijartinê serkeftinê xwestin û ji bo kar û xebatên komeleyê piştgirîya xwe pêşkêş kirin.

Serokê komelê Kasim Firat di axftina xwe ya di derbarê kongreyê de wiha got:

”Kongreya me ya 4emîn li Diyarbekirê pêkhat. Em gelek sipasîyên xwe pêşkêşê endamên me yên beşdar, seydayên me, sazî û kesayetên bi beşdarîya xwe destek dane me dikin. Ji bo hevalên ku nû hatine helbijartinê serkeftinê dixwazin. Û sipasyên xwe pêkêşê hevalên rêvebir yên berê dikin.


Komela Şêx Saîd, bi beşdarîya kesû karên malabatên Şêx Saîd û hevalên wî yên di 1925 de hatibû sêdarekirinê û gelek kesayetîyên welatperwer di 28.11.2014 de li Diyarbekirê damezirî.

RÛPELA NÛ / DÎYARBEKIR

Kurdistan Haberleri

Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da