Şanda Kurdistanê û rayedarên Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê civiyan

.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûna li Korbenda Veberhênan û Bazirganî ya Tirkiye – Iraqê serdana Stenbolê kir.

 Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji bo beşdarbûna li Korbenda Veberhênan û Bazirganî ya Tirkiye – Iraqê serdana Stenbolê kiriye, ligel rayedarên Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê rewşa veberhênan û bazirganiyê gotûbêj kirin.

Îro pêncşemê 18ê Mijdara 2021ê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Kurdistanê Omêd Sebah, Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî, Serokê Liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Kurdistanê Geylan Hacî Seîd û Serokê Liqa Hewlêrê ya Mutahîtên Kurdistanê Sero Dizeyî pêk tê, gihîşte Stenbolê û sibe înê beşdarî Korbenda Veberhênan û Bazirganî ya Tirkiye – Iraqê dibin.

Li gor daxuyaniya Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê, îro şanda hikûmetê ligel Cîgirê Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mustafa Tuzcu civiya û rewşa veberhênan û bazirganiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û herdu aliyan tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên bazirganiyê û rakirina astengiyên bazirganiyê kirine.

Herwiha di civînê de Serokê Dîwanê Omêd Sebah dê gotarek pêşkêş bikde û Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî beşdarî çend panelan bibe.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin