Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Berlînê ye

.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo civîna ligel alî û saziyên fermî û pêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Berlînê, li Almanyayê ye.

Şanda Herêma Kurdistanê, ji Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher, Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan yê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Siûd Misto, Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hoşyar Siweylî  pêk tê.

Di serdana şanda Herêma Kurdistanê de panelek li jêr navê "Siberojeke aram ji bo pirrengiya olî ya li Iraqê, ji bo pêkanîna vê yekê çi pêwîst e?" hat lidarxistin.

Li ser vê mijarê Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher ragihand: “Geşta me serkeftîbû û me karî ligel nûnerên partiyên cuda cuda yên Almanyê bicivin.”

Ano Cewher eşkere kir: “Me ligel Partiya Kesk, Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Demokrat a Mesîhî û Partiya Lîberal gotûbêj kir.”

Herwiha Cewher destnîşan kir ku di vê geştê de serdana Wezareta Derve ya Almanyayê kirine û ligel Berpirsê Dîska Iraqê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê civiyaye û herwiha serdana Wezareta Alîkariya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê kiriye û ligel berpirsê projeyên Iraqê û Serokê Stafa Komîseriya Azadiya Olî civiyaye.

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin