Şanda hevbeş a PDK û YNKê li Bexdayê dest bi hevdîtinan dike

.

Piştî biryara polîtburoyên her du partiyên Kurdistanê ji bo danûstandinên siyasî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, îro şandeke hevbeş a PDK û YNKê çû Bexdayê.

Biryara piştî civîna şandên polîtburoya PDK û YNKê ya li nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê bi aliyên siyasî yên Iraqê re dest bi hevdîtinan bikin.

Hat diyarkirin ku şanda PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî û şanda YNKê jî bi serokatiya Îmad Ehmed dest bi danûstandinan dikin.

Tê çaverêkirin PDK û YNK li Bexdayê bi hevbeşiya li gel aliyên Iraqê bi taybet şîeyan gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bikin.

Hêjayî gotinê ye, şandên PDK û YNKê rêziknameyeke hevbeş ji bo gotûbêjên li gel aliyên Iraqê pêk anîne, bi taybet derbarê pirsgirêkên darayî, siyasî û destûrî de xwedî yek nêrînê ne ku derbarê peywiran de jî dixwazin bi hevbeşî gotûbêjan bikin û bigihin rêkeftinê.

Li gorî zanyariyan tê çaverêkirin di nav çend rojên pêş de guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dest bikin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin