Şanda Brîtanî-Ewropî piştî Başûr serdana Rojavayê Kurdistanê kir

.

Şandeke Brîtanî û Ewropî piştî serdana xwe ya Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li Qamişlo bi Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re hevdîtin kir. 

Şanda navborî doh jî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re jî hevdîtin kiribû.

Şande Ewropî-Brîtanî li Qamişloyê ji aliyê Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku Îlham Ehmedê di hevdîtinê de behsa diyalogên di navbera partiyên siyasî yên Kurd de kiriye û şande derbarê konferansa Kurdî ya 18ê Nîsanê agehdar kiriye.

Herwiha di hevdîtinê de Îlham Ehmed bal kişandiye ser êrîşên Tirkiyê yên li Herêmê û qutkirina avê ya ser xelkê Hesekê.

Hate zanîn ku wê şande di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Rojavayê Kurdistanê de, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlum Ebdî re jî bicive.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle