Şanda Amerîkî li ser sînorê Bakûr û Rojava lêkolîn kirin

Şanda Amerîka ku îro gihiştibû parêzgeha Rihayê, li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kirin.

Şanda Amerîkî îro di çarçova xebatên avakirina navendeke hevbeş bo ‘Navçeya Aram’, li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê geriya.

 

Ew şanda Amerîkî ji navenda Rihayê gihiştin navçeya Kahniya Xezalan (Akçakale)  ku dikeve ser sînor û li gel berpirsên Tirkiyê bi mînîbûsan li ser xeta sînor a aliyê Bakûr, geriyan û çavdêriyên xwe pêkanîn.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di çarçova rêkeftina derbarê pêkanîna navendeke hevbeş bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ li ser axa Rojavayê Kurdistanê, şandeke Amerîkî ku 6 kesan pêk tê gihiştiye Rihaya Bakûrê Kurdistanê. Herwiha hatibû ragihandin ku xebatên avakirina navenda hevbeş û pêkanîna ‘Navçeya Aram’ dest pê kirine.

 

Herwiha li gor medya Tirkiyê, di çarçova rêkeftina herdu welatan de ji bo pêkanîna ‘Navenda Hevbeş’ û birêvebirina ‘Navçeya Aram’, tîmeke Amerîkî ku 90 leşkeran pêk tê, gihiştiye Rihayê.

 

Li Enqereya paytexta Tirkiyê piştî 3 rojan ji hevdîtinên şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê, herdu aliyan roja 7ê Tebaxê ragihandibûn ku ew dê ji bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, ‘navendeke hevbeş’ ava bikin.

 

Li gor rêkeftina di navbera herdu welatan de li ser axa Rojavayê Kurdistanê dê ‘Navçeyeke Aram’ bê avakirin û ew navçe dê ji aliyê hêzên serbazî yên herdu aliyan ve bê kontrolkirin û dewriyeyên hevbeş dê bên encamdan. Lêbelê heta niha derbarê kûrahî û dirêjahiya wê navçeyê zelaliyek nîne.

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin