SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin

.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên artêşa Sûriyê de li herêma Tel Maaz a li ser sînorê Helebê şer rû daye û leşkerek Sûriyê hatiye kuştin.

Li gorî ajansê HSD li herêma Tel Maaz derbasî sînorê artêşa Sûriyê bûye û pevçûn dest pê kirine ku leşkerekî Sûriyê di encamê de hatiye kuştin û piştre artêşê hêzên HSD neçar kiriye ku vekişin bo cihên xwe.

HSDê jî ragihad, "Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê agirbestê binpê dikin û heke ew berdewam bikin, em ê bersiv bidin û bang li Şamê kir, tevgerên ne di cih de yên hêzên xwe kontrol bike."

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye