SANA dê dest bi weşana bi Kurdî bike

.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê, (SANA) ragihand ku ew ê dest bi weşana bi zimanê Kurdî bike. Zimanê Kurdî dê li gel zimanên din ên biyanî yên wekî Îngilîzî, Frensî, Spanî û Tirkî jî li zimanên wê yên weşanê dê werin zêdekirin.

Rêveberê Giştî yê SANAyê, Ziyad Mehamid, diyar kir ku ev pêngav beşek ji plana nûjenkirin û veguherîna dîjîtal a ajansê ye. Mehamid got, "Maseya wergerandinê dê ne tenê wergerê bike, lê di heman demê de dê bi her zimanî naveroka nûçeyên taybet jî hilberîne."

Plana nûjenkirinê û armancên pêşerojê 

Di çarçoveya vê nûjenkirinê de, SANAyê binesazî û alavên xwe bi tevahî nû kir, "beşeke dîjîtal a nû" ava kir û yekîneyên nûçegihaniyê ji bo xebatên li hundir û derveyî Sûriyeyê damezrandin. Armanca ajansê ew e ku di nava 5 salên bê de bikeve pêşbirka ajansên herêmî û cîhanî.

Mehamid herweja eşkere kir ku arşîva ajansê ya ji sala 1965an ve bi awayekî dîjîtal hatiye parastin û plan heye ku di pêşerojê de ev arşîv weke çavkaniyeke dahatê ji bo aboneyan were pêşkêşkirin.

Ji bo ragihandina van guhertinan, dê di 20ê Tebaxê de li Navenda Neteweyî ya Hunerên Dîtbarî ya Şamê, bi dirûşma "SANA: Xaleke Werçerxê" çalakiyeke danasînê were lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Balyozxaneya Amerîkayê paşeroja hêzên xwe yên li Iraqê eşkere kir
Koalîsyon û eşîr civiyan: 'Yekane çareserî nenavendîtî ye'
Amerîka Sûriyeyeke çawa dixwaze?
Pirtûka nu ya Eskerê Boyîk: Rêya jiyana min
PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû