Ji bo bibîranîna windahiyan li Şama paytexta Sûriyeyê bi navê “Ji bo Kesên Ku Nehatine Bibîranîn û Nayên Jibîrkirin” pêşangeheke hunerî li Muzexaneya Niştimanî ya Şamê hat lidarxistin.
Berpirsên pêşangehê xwest ku balê bikişînin ser çarenivîsa nediyar a windahiyan û jiyana malbatên wan.
Endezyara dekorê Ranya Elnecdiyê anî ziman:
“Me ramana pêşangehê bi rê xist ku 3 roj bûn, roja yekê vekirin bû û hunermend Kenan Eledmê bi me re bû.
Roja duyemîn ango îro rûniştineke diyalogê ye, li gel malbatên windahî û şehîdên girtîgehan, ji bo ku em wan bibihîzin û daxwazên wan nas bikin û çi dibêjin.
Ew niha xwe tenê û bêmirad dibînin, ramana bingehîn a pêşangehê ku em bigihînin wan ku ew ne tenê ne û nebêmirad in, em wan dibihîzin û em dê bi wan re bin heta ku hemû daxwazên wan bi cih bibin.”
Malbatên windahiyan bi wêneyên zarokên xwe tevlî pêşangehê bûn, hin ji wan hêviya dîtina zarokên xwe qut nekirine.
Dêya windahiyekî Îman Mehmûdê jî anî ziman:
“Min gelekî hewl da ku ez çarenivîsa kurê xwe nas bikim, min derek nehişt, ew li Derayê bû.
Li fewca 82yê bû, li wê derê kurê min leşker bû lê min ti sûd û bersiv wernegirtin, ji min re digotin kurê te reviyaye û ti nûçe jê nînin.
Wan ez şandim Nexweşxaneya Muctehidê, li wê derê jî navê wî tunebû, min derek nehişt ku ez neçûmê, ne girtîgeh ne nexweşxane û çargoşeya ewlehiyê jî.
Li ofîsa şehîd û windahiyan jî, min nedît, min parêzer jî girt lê wî jî nikarîbû.”
Hin malbat jî nûçeya mirina zarokên xwe bihîstiye lê nizanin ew li ku hatine veşartin.
Dêya windahiyekî Nûr Elhuda Elmisriyê got:
“Ez daxwaza mafê wan dikim ji yên ku ew birin û girtin û şkence kir, ez tiştekî li ser zarokên xwe nizanim.
Yek mirî ye û yê din jî tiştekî li ser nizanim, ez termê wan dixwazim, ez dixwazim biçim serdana wan.
Gora wan tune ku ez biçim serdana wan û Fatîheyê li ser wan bixwînim, ev daxwaza min e tiştekî din naxwazim.”
Li ser peleke dirêj navên 2 hezar û 500 kesên winda hatine tomarkirin û her malbata ku dihat navên windahiyên xwe tomar dikirin da ku neyên jibîkirin.
Li gorî amarên neteweyên yekbûyî, li Sûriyê nêzî 130 hezar kes çarenûsa wan nediyar e.
Malbat û bi hezaran malbatên mîna wan li Sûriyeyê li benda gavên hikûmetê ne ku çarenivîsa zarokên wan eşkere bike û dawî li êşa wan a dirêj bîne.
Rûdaw