Sala borî çend geştyar çûn Amedê?

.

 Sala 2024an 1,1 milyon geştyar çûne serdana parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu li ser geştyariya li Amedê axivî.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu ragihand ku sala 2024an 1,1 milyon geştyar çûne serdana parêzgeha Amedê.

Murat Zorluoglu ji bo sersalê çû serdana xalên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê.

Zorluoglu di serdanên xwe de ji medyayê re axivî û ragihand ku bi taybetî geştyariya olî dê di siberoja Amedê de cihekî girîng bigire.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu got:

“Bi stratejiya danasînê sala 2025an dê bajarê me di asta neteweyî û nav neteweyî de bi awayekî baş were nasandin.

Li gel danasînê sala 2024an 1,1 geştyar hatine Amedê.

Em dê bi hev re bibînin ku salên pêş me ev hejmar dê bigihêje 2-3 milyon geştyaran.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle