Şah Ismail Bedirhanoglu bizavên Serok Barzanî bo qonaxa aştiyê bilind dinirxîne

.

Serokê Rêkxistina Karwer û Xwedîkarên Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê Şah Ismail Bedirhanoglu spasiya bizavên Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê dike, ku bizavê dikin ew pirose di derfeteke baş de pêngavan biavêje. Herwesa got, “Em ji bo pirsa Kurdan di xaleke werçerxanê ya dîrokî de ne.”

Serokê Rêkxistina Karwer û Xwedîkarên Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê Şah Ismail Bedirhanoglu di konferanseke rojnamevanî de got, “Em ji bo pirsa Kurdan di xaleke werçerxanê ya dîrokî de ne. Em şahidên hin rûdanên dîrokî ne.”

Serokê Rêkxistina Karwer û Xwedîkarên Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê amaje jî da, “Ji aliyê tevaya raya giştî ya Tirkiyeyê ve bi awayekî erênî pêşwaziya banga Ocalan û pabendbûna PKKê hatiye kirin.”

Şah Ismail Bedirhanoglu tekez jî kir, “Em wekî Rêkxistina Karwer û Xwedîkarên Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê piştevaniya wê qonaxa nû dikin.”

Navbirî spasiya bizavên Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê kir, ku bizavê dikin ew pirose di derfeteke baş de pêngavan biavêje.

Şah Ismail Bedirhanoglu herwesa got, “Baweriya me wekî rêkxistin wesa ye ku tenê bi rêya demokrasî em dikarin arêşeyan çare bikin, bi wê rêyê pirsan ji çekan tê ramalîn.”

K24

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê