Rûsyayê pêşnûmeya welatên rojavayî ya derbarê Sûriyê de veto kir

.

Rûsyayê dirêjkirina dema biryara derbaskirina alîkariyên mirovî yên navdewletî bo xelkê Sûriyê di rêya deriyê Bab el-Hewa re red kir û li dijî pêşnûmeya welatên rojavayî veto bikar anî.

Swîsra û Brazîlê pêşnûmeya dirêjkirina biryara gihandina alîkariyên navdewletî bo xelkê Sûriyê pêşkêşî Encûmena Asayişê ya Navdewletî kiribûn û Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û welatên din ên rojavayî piştgiriya pêşnûmeyê dikirin.

Li gor wê pêşnûmeyê, dê deriyê Bab el-Hewa heta 9 mehên din li pêşiya alîkariyên Netewên Yekbûyî vekirî bimaba, lê belê Rûsya li dijî wê yekê derket û Nûnerê Rûsyayê yê di Netewên Yekbûyî de, Vasily Alekseyevich Nebenzya ew pêşnûme veto kir.

Çînê deng li ser biryarê neda, lê 13 endamên din ên Encûmena Asayîşa Navdewletî dengê erê li ser biryarê dan.

Rûsya li dijî wê yekê ye ku li derveyî desthilata hikûmeta navendî ya Sûriyê, alîkarî bo nav wî welatî bên şandin û daxwaz dike, hemû proseyên bi wî awayî di rêya Şamê re bin.

Piştî vetokirina, projeya welatên rojavayî ku Amerîkayê piştgiriya wê dikirn, Rûsyayê projeya xwe pêşkêş kir ku têde daxwaz dikir deriyê Bab el-Hewa ji bo dema 6 mehan li pêşiya alîkariyên Netewên Yekbûyî vekirî bimîne.

Lê projeya Rûsyayê ji aliyê Amerîkayê û welatên din ên rojavayî ve hat redkirin.

Ji sala 2014an Netewên Yekbûyî bi rêya deriyê sînorî yê Bab el-Hewayê alîkariyan ji bo 4 milyon welatiyên Sûriyê dişîne bakurê rojavayê Sûriyê.

Roja 10ê Temûza 2023an mekanîzmaya gihandin û  derbaskirina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Trikiyê ve bi rêya Deriyê Bab el-Hewa li bakurê Idlibê bo nav Sûriyê bi dawî dibe

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’