Rûsyayê li Efrîn û Ezazê êrîş pêk anî; 100 çekdar hatin kuştin

.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê dibêje, di êrîşên wan ên bo ser grûpên çekdar de li Efrîn û Ezazê nêzîkî 100 çekdar hatine kuştin.

Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Aartêşa Rûsyayê li Sûriyê, General Oleg Yagorov ragihand, hêzên wan ên esmanî hejmareke binkeyên rahênanê yên grûpên çekdar li gundê Qetmê yê Efrînê û hejmarek navçe li rojavayê Ezazê bombebaran kirine, di encam de nêzîkî 100 çekdar hatine kuştin.

Duh opozisyona Sûriyê gotibû, balafirên Rûsyayê pêgehên grûpa Cebhet el-Şamiye li Efrînê bombebaran kirine, bêyî ku behsa hejmara kuştî û birîndaran bike.

Firokeyên Rûsyayê pêr bi 5 êrîşên esmanî, baregehên Cebhe el-Şamiye li navçeya Şera ya Efrînê bombaran kirin.

Li gor çavkaniyên opozisyona Sûriyê, êrîşên li dijî pêgehên Cebhet el-Şamiye li nêzîkî gundên Kefer Cenê, Qetmê û Baflûnê yên nahyeya Şera ya Efrînê hatine pêkanîn.

Ew yek di demekê de ye ku Heyet Tehrîr el-Şam HTŞ berî çend rojan navenda bajarê Efrînê û piraniya wê herêmê kontrol kir û çekdarên grûpên Cebhet el-Şamiye û Feyleqa Sêyem ji bajêr vekişiyan.

Herwiha piştî kontrolkirina Efrînê, HTŞê bi hêzeke zêde berê xwe dabû bajarê Ezazê û li derdora Ezazê di navbera wan û çekdarên Cebhet el-Şamiye û Feyleqa Sêyem de şer derketibû.

Piştî du rojan şer, agirbestek demkî di navbera wan de hatibû ragihandin, lê belê duh 17ê Cotmeha 2022an careke din di navbera wan de şer destpê kiribû.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin