Rûsyayê gef li 2 welatên din jî xwar

.

 Rûsyayê gef li Swêd û Fînlandê jî xwar û got, eger ew welat bibin endamên NATOyê encamên wê dê hebin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharova di kongreyeke rojnamevanî de behsa egera endamtiya Swêd û Fînlandê ya bo NATOyê kir.

Mariya Zakharova hişyarî da û got, eger Swêd û Fînland beşdarî NATOyê bibin, dê encamên wê hebin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê amaje bi wê kir ku divê pêkanîna asayişa hinek welatan li ser asayişa hinek welatên din neyê avakirin.

Mariya Zakharova got, “Beşdarbûna Fînland û Swêdê bo NATOyê ku eniyeke serbazî ye, dê rê li ber encamên ciddî yên siyasî-serbazî veke ku welatê me bersiv bide.”

Ev yek di demekê de ye ku Rûsyayê ji duh ve êrişeke berfireh bo ser Ukraynayê daye destpêkirin û heta niha jî şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên herdu welatan de berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle