Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand

.

Rûsyayê bi Ukraynayê re ragihand ku dê bi demkî şer rawestîne û agirbesteke demkurt îlan kir.

Agirbest dê îro demjimêr 18:00an bikeve warê bicihkirinê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, piştî ku li Kremlînê di civînekê de guhdarî rapota Serokê Giştî yê Artêşê Valery Gerasimov a derbarê rewşa li herêma operasyonê kir, ragihand ku artêşa Rûsyayê dê ji 19ê Nîsanê saet 18:00an heta 21ê Nîsanê saet 00:00an agirbestê bi cih bîne.

Serokatiya Dewleta Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got, "Agirbest dê du rojan berdewam bike, em hêvî dikin ku aliyê Ukraynayê jî dê rêz li vê yekêbigire."

Heta niha ji aliyê Ukraynayê ve ti daxuyaniyeke fermî li ser agirbestê nehatiye dayîn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle