Rûsya sîstema mûşekî S-300 li Reqayê bi cih dike

.

Hêzên Rûsyê sîstema berevaniya asmanî S-300 li firokxaneya Tebqa ya li parêzgeha Reqayê bi cih kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên Rûsyê sîstema mûşekî ya S-300 li firokxaneya Tebqa ya li rojavayê parêzgeha Reqayê bi cih kir.

Li gor zanyariyên Rewangehê, Rûsya di dema dawî hêzeke mezin şandiye bakurê rohjhilatê Sûriyê û manorayên leşkerî ligel hêzên rêjîmê encam dide.

Diyar kir jî, Rûsyayê hejmarek ji helîkopteran jî li firokxaneya Tebqayê bi cih kiriye û di van du rojên dawî de tevgereke zêde ya firîna helîkopteran heye.

Amaje bi wê jî da, roja 4ê vê mehê hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyê gihîştin navçeya Eyn Îsa ya li gundewarê bakurê Reqayê ku di nav de çekên meydanî û giran hebûn.

Di dema dawî de rayedarên Tirkiyeyê gefa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwin û ligel grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê, amadekariyan ji bo wê operasyonê dikin.

Kurdistan Haberleri

PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn
Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir