Rûsya hêzên xwe yên li Kobaniyê zêde dike

.

Li Firokexaneya Sirrîn a başûrê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, Rûsya hêzên zêdetir bicîh dike û niha di nava firokexaneyê de çend xalên nû ava kirine û alaya Rûsyayê li ser wan bilind kirine.

Li gorî medyaya nêzikî Rêveberiya Xweser, Rûsyayê li Firokexaneya Sirrîn a başûrê Kobanî hêzên xwe zêdetir bicîh kirine.

Di heman demê de grûpên nêzîkî Îranê li beramberî hêzên Tirkiyê li başûrê Efrînê hatine bicîhkirin û alên xwe li wan gundan bilind kirine.

Li gorî xelkê navçeyê ev çend roj in ku çekdarên ser bi Îranê ve, rêbendan li derdora gundan ava dikin ku derdora 9 km ji bajarokê Nubil û Zehraa dûr in.

Di Cotmeha 2019an de, piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Girê Sipî û Serê Kaniyê, hêzên Rûsyayê bi rêkeftin li gel HSDê li Firokexaneya Sirrînê û derdora Kobaniyê bicîh bibûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle