Rûsya hewl dide hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser nêzîkî hev bike  

.

Rûsya hewlên xwe ji bo nêzkirina di navbera hikûmeta Sûriyê û aliyên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Rêveberiya Xweser bihêz dike. Serkirdeyekî MSDê ji Rûdawê re dibêje, Rûsya vê carê cidî ye û ragirtina gefên Tirkiyê jî bi rêkeftina hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser ve girê dide. Derbarê heman mijarê, Berdevkê Ragihandina Eniya Aştî û Azadiyê ji Rûdawê re got, Rûsya dixwaze Rêveberiya navçeyê bi dilê wê be û ji Eniya Aştî û Azadiyê dixwaze pê re hevkar be.

Li Moskow, paytexta herî destbilind di kirîza Sûriyê de, hewlên nêzîkkirina hikûmeta Sûriyê û aliyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, bi taybet Rêveberiya Xweser tên germkirin.

Piştî serdana şandeke Ecûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser, di heftiya borî de, Moskowê pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û paşê jî şandeke Eniya Aştî û Azadiyê kiribû.

Tevî ku heta niha aliyên pêwendîdar cidiyeta Rûsyayê di vê derbarê de dixin jêr pirsê, Dr. Ferhad Têlo, Serokê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî û serkirdeyê MSDê, ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re got, Rûsya vê carê cidî ye û ragirtina gefên Tirkiyê jî bi rêkeftina hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser ve girê dide.

Serokê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî Dr.Ferhad Têlo got: “Bi min niha Rûsyayê cidî ye. Niha ji bo rêgirtina gefên Tirkiyê hevdîtina ligel Rêveberiya Xweser  û rejîmê re dike. Rûsyayê dibêje em amade ne gefên Tirkiyê rawestînin.”

Berdevkê Ragihandina Eniya Aştî û Azadiyê Îmad Berho ji heman bernameya radyoya Rûdawê re got, Rûsya dixwaze Rêveberiya navçeyê bi dilê wê be û ji Eniya Aştî û Azadiyê dixwaze pê re hevkar be.

Berdevkê Ragihandina Eniya Aştî û Azadiyê Îmad Berho jî got: “Bê guman Rûsya dixwaze îdareya herêmê weke ew dixwaze be. Em hemû jî dizanin Rûsya dema 2015 hat Sûriyê ji wê demê piştevaniya rejîmê dike. Rûsya dixwaze danûstandin ligel rejîmê re bêne kirin û tevahiya Sûriyê bikev jêr kontrola rejîmê.”

Ev hewlên Rûsyayê di demekê de ne, ku Tirkiyê gefên êrîşê li dijî wan navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe ku dewriyeyên hevbeş yên Tirkiyê û Rûsyayê li wan digerin.

Di vê derbarê de, Dr. Ferhad Têlo ji Rûdawê re aşkere kir ku Rûsya ew agahdar kirine ku ji bo hoşdariyê bo Tirkiyê balafirên wê çend deverên navçeyên nêzîkî hêzên ser bi Tirkiyê bombebaran kirine.

Rûdaw 

Kurdistan Haberleri

Şampıyonîya Amedspor û têkılîya sîyaseta netewî birêxistin û çalakîyên girseyî re
Encûmena Wezîrên Iraqê derbarê Kerkûk û Şengalê de biryarên nû girtin
.
Nivîsa fermî ya 'qedexekirina PKKê' gihîşt ber destê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd
Dadgeha Federal dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê rawestand