Rûsya fermandarê xwe yê li Sûriyê ji kar dûr xist

.

 Piştî ketina Helebê û kontrolkirina wê ji aliyê komên opozîsyonê ve, artêşa Rûsyayê fermana dûrxistina fermandeyê hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyê da.

Li gorî Reutersê, li ser gelek çavkaniyên Rûsî, piştî ku komên çekdar ên opozîsyonê li navenda Helebê pêşde çûn û hêzên artêşê têk çûn, Rûsyayê fermandarê hêzên xwe yên leşkerî Sergei Kisel ji kar dûrxist.

Di daxuyaniyekê de li ser malpera artêşa Rûsî, “Artêşa Erebî ya Sûriyê ji bo jinavbirina êrişên komên têrorîst li parêzgehên Idlib, Hemayê û Helebê pêwîstiya xwe bi alîkarî û piştgiriya hêzên esmanî yên Rûsyayê heye.”

Tehrîr el-Şam û hin komên çekdar ên din di opozisyona Sûriyê de, piştî ku navenda parêzgeha Helebê û gelek bajarok û gundên ser sînorê parêzgehê bi dest xistin, ji bereyên curbicur li bakurê rojavayê welêt êrîşî artêşa Sûriyê kirin. Niha rêya sereke û navneteweyî ya Heleb-Şamê girtine.

Heleb ku duyemîn parêzgeha herî mezin a Sûriyeyê ye, niha di bin kontrola komên çekdar de ye.

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir