Rûsya: Em dê 200 zarokên DAIŞê ji Bakurê Sûriyê vegerînin

.

Komisyara Serokatiya Rûsya ji bo mafên zarokan Maria Lvova-Belova dibêje, ew li gel Rêveberiya Xweser rêkeftine ku 200 zarokên Rûsî ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin Rûsyayê.

Rûsya û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Yekşemê li hev kirin ku 200 zarokên din ên DAIŞê yên ku li kampên Roj û Holê li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne, vegerînin welatê wan.

Maria Belova dema ku ji Sûriyê vegeriya ji medya Rûsî re axivî.

Belova ji rojnamevanan re got, "Lihevkirinek bi rayedarên aliyê Kurdî re hatiye kirin ku di demeke nêzîk de 200 zarokên din ên Rûsî ji Sûriyê bibin malên xwe."

Her wiha Belova got ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ji bo vegerandina zarokên Rûs jê xwestiye ligel Kurdên Sûriyê kar bike, Putin gotiye karkirina ligel Kurdan ji karkirina ligel Amerîkiyan asantir e.

Rûsyayê roja Şemiyê 49 zarok vegerandin welatê xwe, ku ji sala 2018an vir ve hejmara giştî ya welatîyên vegeriyayî gihişte 399an. Hejmareke zêde ji wan zarok bûn. Rûsya di cîhanê de di nav welatên herî pêşîn ên vegerandinê de ye.

Nêzîkî 4 hezar û 500 welatiyên Rûsyayê li Sûriye û Iraqê tevlî DAIŞê bûne. Piraniya rizgarbûyan niha li kampên Roj û Hawlê ne ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên ewlehiyê (Asayîş) ve tên birêvebirin, yan jî li yek ji çend girtîgehên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt