Rusya bi roketê li Vinnytsiayê xist: 23 kuştî

.

Rêvebiriya Ûkraynayê ragihand ku Rûsya bi fuzeyan li bajarê Vinnytsiayê xistiye ku bajêr ji cepha şer dûre û di nav wan de 3 jê zarok herî kêm 23 kesan kuştiye. Piştî êrîşê herî kêm 60 kesan birine nexweşxaneyan. Rûsya bi 3 fuzeyan êrîş kiriye û fizeyekî li derveyê blokan ketiye û zerarê daye erebeyan jî. Nûfûsa bajêr li dora 370 hezare û fuze li blokên xaniyan ketine.

Wezareta bergiriyê ya Rûsya red dike ku li ciyê sîvîlan xistiye lê heya niha bi berfirehî agahî nedaye çapemeniyê. Serokkomariya Ûkraynayê ragihand ku fuze ji keştiyekî noqavê ya li Derya Reş hatine avêtin û fuze ya Kalibr seyr e. Yek ji rêvebirên xizmeta lezgîn ya Ûkraynayê ji bo TV yê weha got:

“Bi îhtîmaleka mezin kes li heyatê nemaye. Rûsya her roj sîvîlan dikuje, zarokên Ûkraynayê dikuje. Ciyên ku hedefên leşkerî lê nînin bi fuzeyan li wan dixe. Eger ev ne tevgerên terorîbin lê çine?”

Li gor ragihandina Zelenskiy, êrîşên bi 3 fuzeyan tam di wexta ku wezîrên karên derve û wezîrên dadê yên Yekîtiya Awrûpayê li ser mijara sûcên şer yên Rûsyayê li Laheyê dicivyan hat kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin