Rûsya beşek ji hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vedikişîne

.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Lîwa Îgor Konaşenkov ragihand, piştî bidawîbûna rahênanên leşkerî dê hêzên wan vegerin xalên xwe yên daîmî.

Berdevka Leşkerî ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, yekîneyên li herêma leşkerî ya başûr û rojava, îro Sêşemê dest bi operasyona barkirina wesayîtan kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê jî di vê derbarê de ragihand: “Piştî ku xebatên rahênana şer bi dawî hatin, dê hêz ber bi xalên komkirinê yên daîmî ve bimeşin. Yekîneyên herêmên leşkerî yên başûr û rojava yên ku erka xwe bi dawî kirin, ji niha ve dest bi barkirinê kirine.”

Derbarê rewşa navxweyî ya Ukraynayê û egera êrîşa Rûsyayê li ser wî welatî de, Şandeyê K24ê bo Kîevê Azad Altun diyar kir, rewş jiyanê li bajarê Kîêvê asayî ye û piraniya welatiyan ne di baweriyê de ne ku Rûsya êrîş bike.

K24

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike