Rûspiyên Dêrezorê bi rayedarên HSD û MSDyê re civiyan

.

Sê şandên serokeşîrên Dêrezorê, bi rayedarên HSD û MSDyê re civiyan û wan rewşa ewlehî, siyasî û xizmetguzariyê gotûbêj kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê, têkildarî hevdîtina serokeşîrên Dêrezorê yên bi rayedarên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) re daxuyanî da.

Li gor daxuyaniyê serokeşîrên Dêrezorê, cuda cuda bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Fermandara Giştî ya YPJyê Rojhilat Efrîn û Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDyê Îlham Ehmedê re civiyan.

HSDyê diyar kir ku di civînê de Mazlûm Ebdî behsa rewşa siyasî û serbazî ya li navçeyê herwiha egerên rûdana her pêşhateke din kir.

Mazlûm Ebdî herwiha behsa kêmasiyên xizmetguzarî û astengiyên li navçeyê kir û ji serokeşîrên Dêrezorê xwest ku ji bo nehiştina kêmasiyan alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.

"Ew fitne aramî û ewlehiya hemû aliyan dike armanc"

Ebdî got, “Hin aliyên girêdayî Hikûmeta Şamê dixwazin fitne û pirsgirêkan li navçeyê derxin. Ew fitne aramî û ewlehiya hemû aliyan dike armanc.”

Bi gotina Fermandarê Giştî yê HSDyê, DAIŞ hewl dide ewlehiyê navçeyê têk bide.

Mazlûm Ebdî tekez kir ku HSD dê di şerê li hemberî şaneyên DAIŞê de ranaweste.

Hefteya borî, li gundewarên Dêrezorê, di navbera Encûmena Serbazî ya Dêrezorê, Hêzên Asayişê û HATê de alozî derketibû.

Di encamê de endamekî wê encûmenê hatibû kuştin û hinek endamên din jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Hejmara 500 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Rêveberiya Xweser bang kir: Van hilbijartinan nas mekin
Welî: Heseke, Reqa û Siweyda ne di bin serweriya dewletê de ne
Hilbijartin û çarenivîsa Hisîça, Reqa û Siwêdayê
DÊRSIM - Mescîda li Çimê Baba Munzûrê hat protestokirin