RTUKê ceza li çend kanalan birî: Bi mîmîkan pesnê terorê hatiye dayîn

.

Li Tirkiyê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) di derbarê çend kanalên televîzyonî de ji ber bernameyan cezaya pereyê li wan birî.

Endamê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan a Tirkiyê Îlhan Taşçi ev biyar li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir. Li gor vê biryarê, cezayê pereyê li kanalên Halk TV, TELE1 û FOX TV hatiye birîn.

Li gor peyama Îlhan Taşçi belav kiriye bi hinceta ku Ayşenur Arslan di weşanê de “bi mîmîkên xwe pesnê terorê daye” Halk TV bi dayîna pere hatiye cezakirin û dê bername jî 3 caran bê rawestandin.

Her wiha bi hinceta şîroveya “darbeya dijî îradeya gel” ku ji bo cezayê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatiye kirin jî TELE 1 bi %3 cezayê pere hatiye dayîn.

Taşçi dibêje FOX TV jî ji ber bernameya “Çalar Saat” ku Parlamentera TIPê Sera Kadigil beşdar bûye û derbarê gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de gotiye, “Eger tenê rojekê biçe bazarê dê şerm bike ji gotinên xwe” bi %3 cezaya pereyê hatiye cezakirin.

Taşçi amaje bi wê yekê dike ku ev cezayên RTUKê bi armanca bêdengkirina civakê ne û berî hilbijartinan desthilat dixwaze Tirkiyê di tarîtiyê û bêdengiyê de bifetisîne.

Taşçi dibêje, “Daxwaza desthilatê ji medyayê ew e enflasyona ku gihîştiye %150 nîşan nede, rexne li desthilatê negire û pêşniyarên çareseriyê yê opozîsyonê ji bo xelkê ranegihîne.”

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?