Roka Şido: Zanîngeha Kobaniyê bi 3 zanîngehên Ewropayê re peyman îmze kirin

.

Roka Şidoyê ji Rûdawê re ragihand, “Zanîngeha Kobaniyê bi 3 zanîngehên Ewropayê re peyman îmze kirin.”

Nûnera Zanîngeha Kobaniyê ya Ewropayê Roka Şido bû mêvana bultena Rûdawê û li ser bipêşketinên zanîngehê, peymanên navneteweyî û sîstema perwerdeyê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Roka Şidoyê eşkere kir ku wan ji bo bilindkirina asta zanistî ya zanîngehê heta niha bi 3 zanîngehên Polonyayê re peymanên hevkariyê îmze kirine.

Şidoyê da zanîn ku her wiha li Almanyayê ku navenda wê li bajarê Stuttgartê ye, dan û standinên wan ên bi zanîngehên li Almanyayê, Îtalyayê û Kosovayê re jî didomin.

Armanca van peymanan ew e ku hevkariyeke zanistî ya xurt di navbera Kobanî û Ewropayê de were avakirin.

Yek ji xalên herî girîng ên peymanan, guherîna xwendekaran e.

Roka Şido li ser vê mijarê got:

"Di peymanên me de şertê guherîna xwendekaran heye.

Em dixwazin xwendekarên me ji bo xwendina master û doktorayê biçin zanîngehên Ewropayê.

Her wiha xwendekarên wan zanîngehan jî dê wekî şandeyên zanistî werin Zanîngeha Kobaniyê."

Zimanê Kurdî û siyaseta perwerdeyê

Roka Şidoyê anî zimên ku siyaseta bingehîn a zanîngehê parastina zimanê Kurdî ye û her çi qasî zimanên Erebî û Îngilîzî jî di nav sîstemê de hebin jî zimanê sereke yê perwerdeyê Kurdî ye.

Şidoyê eşkere kir ku wan ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî bernameyeke neteweyî amade kiriye û dixwazin vê astê bigihînin standardên Ewropayê.

Li gorî amarên ku Şidoyê dane, niha li Zanîngeha Kobaniyê nêzîkî 4 hezar xwendekar di beşên cuda de dixwînin.

Zanîngeh ji bo ku bi awayekî fermî were naskirin, bi Wezareta Perwerdeya Bilind a Sûriyeyê re di nav danûsitandinan de ye.

Şidoyê her wiha bal kişand ser navê Kobaniyê û got ku Kobanî sembola berxwedanê ye û ew dixwazin vê sembolê di qada zanist û akademiyê de jî bi pêş bixin û ji bo vê yekê, ew bangî hemû profesor û akademîsyenên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku piştgiriya Zanîngeha Kobaniyê bikin.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin
Îraqê cezayê îdamê da 6 DAIŞiyan