Rojnamevanek û welatiyek li Qamişlo hatin girtin

.

 Grûpekî rûpêçayî li bajarê Qamişlo yê Rojvayê Kurdistanê rojnamevanek û welatiyek girtine.

Malbatên Ehmed Ebdulrezaq Mela Ehmed û Goran Ezim dibêjin duh hêzeke ku rûyê wan girtî bû li navenda bazara Qamişlo hatine girtin û ew nizanin sedema girtana wan çiye.

Ji aliykê din ve, Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê daxuyaniyek belav kir û têde got ku grûpeke ku rûyên wan girtîbûn û cilûbergê leşkerî li wan bûn, rojnamevan Goran Ezim, ku endamên tora rojnamevanên Kurdên Sûriyê bû, li bajarê Qamishlo girtine.

Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê di daxuyaniya xwe de ku kopiyek jê gihişte Rûdawê dibêje dema ku hevalê wan li cihê xwe yê kar bûye, li bazara sereke ya Qamişlo, “wê hêza leşkerî êrîşî wê kirine û bêyî ku tu tawanan zelal bikin, ew birin cihekî nenas.”

Herwiha Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê ji berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dixwaze çarenûsa Goran Ezim eşkere bikin û wî azad bikin, her wiha dibêje “eger tiştekî were serê wî rêveberî berpirs e.”

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye