Rojnamevan Sînan Aygul: Pasavanên şaredar êrişî min kirin

.

Rojnamevan û Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul ragihand ku pasavanên Şaredariya Tetwanê Mehmet Emin Geylanî êrişî wî kirin. Mehmet Emin Geylanî jî dibêje ti peywendiya wî bi wê êrişê ve nîne.

Rojnamevan Sînan Aygul ku li ser hesabê xwe yê twitterê wêneyên xwe yên li nexweşxaniyê jî belav kirine dibêje ew rastî êrişa pasavanên Şaredariya Tetwanê Mehmet Emin Geylanî hatiye.

Sînan Aygul dibêje: “Demek berê li Tetwanê pasvanên çekdar ên şaredar Mehmet Emîn Geylanîn êrîşî min kirin. Kesên ku ji otomobîla şaredariyê peya bûn, êrîşî min kirin, piştî ku ji paş ve li serê min xistin, dijûn li min kirin û gef li min xwarin û gotin, ‘eger tu careke din derbarê şaredar de binivîsî, tu dê bimirî.’ Niha min dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.”

Li gorî agahiyên ku Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî bi dest xistine, îro saet derdora 15.30an de dema ku Sînan Aygul ji navenda bijîşkê diranan derdikeve rastî êrîşê hatiye.

Bi gotina Akincî Pasvanê şaredar û karmendekî şaredariyê êrîş kirine û di vê êrişê de hestiyê ber çavên Aygun şikestiye û ew bi servîsa cerahîya plastîk hatiye veguhestin.

Daxuyaniya şaredar

Şaredariya Tetwanê Mehmet Emin Geylanî jî bersiv da û dibêje ti eleqeya bi wê êrişê ve nîne.

Mehmet Emin Geylanî li ser hesabê xwe yê Tiwitterê gotiye: “Tu eleqeya min bi bûyera îro ya bextreş re tune ye. Bûyer ji ber nakokiya di navbera kesan de derketiye û em vê yekê napejirînin. Ez silavên xwe ji Sînan Aygul re dişînim û jê re dibêjim derbasî be. Der barê karmendên Şaredariyê yên tê gotin ku tevlî bûyerê bûne de me lêpirsîna îdarî da destpêkirin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin