Rojnamegeriya Kurdî di 125 saliya xwe de ye

.

125 sal berê îro yekemîn hejmara Kurdistanê ku di dîrokê de yekemîn rojnameya Kurdî ye derket û bingeha medyaya kurdî hat avêtin.

Rojnameya Kurdistanê ku ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve di 22yê Nîsana 1898an de li paytexta Misrê Qahîreyê dest bi weşana xwe kiribû, heta sala 1902’an 4 rûpel û bi giştî 31 hejmar derket.

Roja derketina hejmara yekem a Rojnameya Kurdistanê îro weke “Roja Rojnamevanên Kurd” tê pîrozkirin.

Piştî mirina Miqdad Midhet Bedirxan ku 5 hejmarên yekem ên rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê derdixist, birayê wî Abdurrahman Bedirxan berpirsyariya rojnameyê girt ser xwe.

Hejmarên rojnameyê 6-19 li Cenevre, hejmar 20-23 li London, hejmar 24-29 li Folkestone û hejmar 30-31 li Cenevreyê derketine.

Di vê navberê de Parlamentoya Kurdistanê roja 22yê Nîsanê weke roja rojnamevanên Kurd pejirand û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di sala 1998an de hate damezrandin.

Li Herêma Kurdistanê ku çapemeniya Kurdî bi lez pêş dikeve, gelek saziyên çapemeniyê yên navxweyî û biyanî kar dikin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’