Rojnamegerê ku nûçeya tacîzê çêkiriye hatiye girtin

.

Rojnameger Sînan Aygul, piştî nûçeya tacîzê ya li Bedlîsê bi iddiaya ku “kîn û dijminatî xistiye nava gel” hatibû desteserkirin. Dadgehê biryara girtina wî daye.

Sînan Aygul, Derhênerê Giştî yê Bîtlîs Newsê û Serokê Cemîyeta Rojnamegeran yê Bedlîsê piştî ku nûçeya tacîzê çêkiriye hatibû desteserkirin. Dadgehê biryara girtina wî daye.

Aygul bûyera desteserkirina xwe li ser Twîtterê ragihandiye û gotiye, “3 saet berê min nûçeya tacîzê çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê bi iddiaya ku min “kîn û dijminatî xistiye nava gel” ez hatim desteserkirin. Polîs niha li malê lêgerînê pêk tîne. Ew ê min desteser bikin û bibin qereqolê.”

Aygulî têkildarî îstîsmar û tacîza li zaroka 14 salî ya li Tetwana Bedlîsê  li ser hesabê Twîtterê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku kesên gumandar polîs û çawîşek in.

Dadgehê bi iddiaya ku “kîn û dijminatî xistiye nava gel” biryara girtina Aygulî daye.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt