Rojnameger Brent Renaud li Ûkraynayê hatiye kuştin

.

Renaudiyê 51 salî, ji bo çendîn dezgehên medyayê yên DYAyê vîdeo-nûçe amade dikirin.

Rojnamegerê DYAyî Brent Renaud li bajarê Irpînê yê li nêzîkî Kîevê, paytexta Ûkraynayê hatiye kuştin. 

Andrei Nebitov, midurê emniyetê yê Irpînê zanyariya kuştina Renaudî ragihandiye û gotiye ku rojnamegerek jî birîndar bûye. 

Rojnameya New York Timesê karteke çapemeniyê ya navê Renaudî li ser piştî mirina wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye. 

New York Timesê piştî mirina Renaudî daxuyaniyek jî weşandiye û gotiye, Renaud ne ji bo karekî wan li Irpînê bûye. Midûrê karûbarên nivîsan ê NYTyê Cliff Levy-yî di mesaja xwe de wiha nivîsiye: "Brent wênegir û fîlmçêkerekî jêhatî bû lê li Ûkraynayê New York Timesê wezîfe nedabûyê. Rojnameyê di daxuyaniya xwe ya fermî de jî diyar kiriye ku dema Renaud miriye, karta li ser derketiye ya sala 2015ê ye. 

Renaudê 51 salî ji bo çendîn dezgehên medyayê yên DYAyê nûçe-vîdeo amade dikiri. Renaudî tevî birayê xwe Craigî, heft sal berê ji bo NYTyê belgefîlmek amade kiribû ku behsa krîza penaberan ên li ser sînorê DYA-Meksîkayê dikir. 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin